شبكة لالش الاعلامية

Qamişlo- Şerê li nava kolanan dest pê kiriye

Qamişlo- Şerê li nava kolanan dest pê kiriye

BasNews– Li taxa Tey a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer îşev jî berdewam e.

Malpera Kurdistan24ê ragihandiye şerê di navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê îşev jî didome.

Herwiha heta niha di encama şer û pevçûnan de du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hejmarek birîndarên sivîl jî hene.

Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna hêzên Berevaniya Niştimanî, agirbest ragihandibû û ew agirbest heta dema nîvro bû.

Li gor nûçeya Kurdistan24ê li gor xalake agirbestê her hêzek li kû be, dê xala xwe li wir deyne, lê dema hêzên Asayişê xala xwe li taxa Tey datanîn, endamên Berevaniya Niştimanî êrîşî wan kiribûn û endamekî Asayişê birîndar bû û careke din şer dest pê kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Niha jî xelkê Kurdistanê çaverêyî rolê giring yê Yekîtîyê dike

Lalish Duhok

Şandekî ji wellatê Hingarya qesta Perstgeha Laliş kir

Lalish Duhok

Di rê û resmeka taybet da karesata Êzidyan li kempa şarya hate gêran

Lalish Duhok