شبكة لالش الاعلامية

Wê keça Kurd a 18 salî xwe xeniqand

Wê keça Kurd a 18 salî xwe xeniqand

Hewlêr (Rûdaw) Li Komelgeha Borg a ser bi bajarokê Sinunê ya Şingalê keçeke 18 salî bi werisekî xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand ku îro demjimêr 11:00 termê keçeke 18 salî ya bi navê Faîze Dexîl li Komelgeha Borg a li bajarokê Sinûnê hatiye dîtin.

Çavkaniyekî ji Polîsê Şingalê ji Rûdawê re ragihand, polîs derbarê bûyerê û sedema xwekuştina wê keçê de lêkolîn daye destpêkirin, lê heya niha sedem nehatiye aşkerekirin.

Faîze Dexîl ji malbateke Kurdên Êzidî ye û piştî êrişên DAIŞê bo ser Şingalê di sala 2014an de, tevî malbata koçberî parêzgeha Duhokê bûbû û li kampan dijiyan.

Li gor zanyariyan, malbata wê keça Êzidî nêzîkî du salan bûn ku vegeriyabûn cih û warê xwe li Şingalê.

Malbata Faîze Dexîl dibêjin, ew nizanin sedema xwekuştina keça wan çî ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

Lalish Duhok

Kesayetyên civakî yên Ba’edrê supasyen xelkê nawchedaryê di gehînne Şêx Şamo

Lalish Duhok

Şaredarê bajarê Bielefeld Bingehê Laliş zîyaret kir

Lalish Duhok