شبكة لالش الاعلامية

Li Qamişlo şêniyên taxa Tey vedigerin malên xwe

Li Qamişlo şêniyên taxa Tey vedigerin malên xwe

Hewlêr (Rûdaw) Di encama şer û pevçûnên pênc rojan de, milîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ji piraniya taxa Tey a Qamişlo hatin derxistin û li ser banga Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser, vegera şêniyên taxê bo ser malên xwe destpê kir.

Ji ber şerê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de, ku ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê ve destpê kir, hejmareke zêde ji şêniyên Taxa Tey a bajarê Qamişlo ji taxê derketibûn.

Li ser banga Asayişa Rêveberiya Xweser ku daxwaz kiribû, şêniyên taxê vegerin ser malên xwe, ji demjimêrên sibeha îro ve wesayitên sivîlan ji çerxerêya El-Wehdê ya Qamişlo bi rê ketin û di jêr tedbîrên ewlehiyê de xelkê ku ji ber şerê wan çend rojan ji taxa Tey koçber bûbûn, vegeriyan taxa xwe.

Asayişa Rêveberiya Xweser ji bo vegera xelkê bo taxê tedbîrên xwe yên ewlekariyê wergirtine û hejmara hêzên xwe li taxê zêde kiriye.

Duh Hêzên Asayişê daxuyaniyek dabû û tê de tevî ragihandina agirbesta dayîmî li Taxa Tey, bang li şêniyên taxê jî kiribû ku eger dixwazin vegerin malên xwe, serdana xalên ewlehiyê yên Asayişê bikin, daku bikarin derbasî taxê bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY: Nêzîkî 2 milyon welatiyên Sûriyê aware bûne

Lalish Duhok

Vekirna pêşangehekê li dor şînwar û mezargehên ayînî yên Êzidî û Krstyana li ‘raqê û Kurdstanê

Lalish Duhok

Ji ber PKKê û erebên Şingalê sedî 95ê jinên Şingalê navegerin bajarê xwe

Lalish Duhok