شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe jiber wan şehîd û qurbanyên şerê duh de diîne ziman

Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe jiber wan şehîd û qurbanyên êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge de diîne ziman

 

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke mezin ve, şeva din, di encama êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge de li sînorê Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û qurbanî bûn. Ez sersaxî didim malbat û kesûkarên şehîdan û ez xwe hevparê xema we dibînim. Ez hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.

Weke çendîn car me aniye ziman, DAIŞ bi xwerêxistinkirinê ve mijûl e û hê jî gef û metirsiyeke rastîn e li çendîn deverên Iraqê, bi taybetî jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, ku sûdê ji wê valahiya ewlehiyê werdigre ku di wan sînoran de heye. Loma em tekezî li girîngiya cîbicîkirina hemahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dikin. Herwiha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û mayîna wan li Iraqê ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, bi girîngî û pêwîst dibînin ji bo têkbirina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan li ser asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

1/5/2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi çavdêrya berêz Şêx Şamo qaremanyeka tepa pê li nawçeya Sersingê bi dawî hat

Lalish Duhok

Barzanî: Îradeya Kurdan bi ser ket, dijmin ketine sergoya dîrokê

Lalish Duhok

Nûnera NYê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Lalish Duhok