Şêx Şamo: Damezrandina Bingehê Laliş werçerxaneka mêjûyî bû bo Êzidyan
Tora Laliş/Duhok
Serokê Desteya Bilnda Bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê dyarkir, ku damezrandina bingehê laliş li 12/5/1993êَ werçerxaneka mêjûyî bû bo Êzidyan û ev Bingehe berhemê bizava rizgarîxwaza Kurdî bûye û serdestê komeka xemxorên rewşenbîrên Êzidyan hate damezrandin,û da dyarkirin 28 salên ked û xebata vî bingehî ku şyaye bibte sazîyeka giring û berhemdar li nav civaka Kurdistanê bi giştî û ya Êzidyan bi taybetî, her bivê helkeftê Serokê Bingehî destxoşî li tayî û nvîsîngehên laliş kir jibo karabûn û encam dana çalakyên cuda cuda li hemû deverên Êzidyan û daxwazkir berdewam ev bizav û çalakî bêne encam dan bi şêwazekî ku rênmayên xweparêzyê ji vaîrosê Kronayê raçav biken.
Kombûna asayî ya Desteya Bilnda Bingehê Laliş bi serokatya berêz Şêx Şamo Serokê Bingehê Laliş îro roja şembûyê8î eyara 2021ê bi amadebûna endamên Desteya Bilnd û berprsên tayên Bingehê Laliş hate encam dan, ku behsê çendîn tewer û babetên cuda cuda hate kirin.
Di kombûnê da behsê helbjartinên dahatî yên Îraqê hate kirin û Serokê Bingehî hemû piştevanya bingehê laliş bo serêxstina van helbjartinan dûpatkir.
Ji layekê dî ve Şêx Şamo sûpasya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo damezrandina Dadgeheka taybet bo dadgehîkirna tawanên Da’ş li Kurdistanê û evejî pêngaveka mezin bû havêtî eve wê çendê digehînt, ku herdem Hikûmeta Herêmê xo li kêşe û daxwazyên Êzidyan krye xudan.
Di tewerekê dî yê kombûnê da Serokê Bingehê Laliş ragehand, ku çapkirna zincîre pertokên Bingehê Laliş dê ya berdewam bit,û li demekê nêzîk jimarek ji wan pertokên berdest gel jimara nû ya Govara laliş dê kefte berdestê xûndevanan.
Babetê pertokên Êzidyatyê ewên li Qutabxana(Dibistanan) di êne xûndin bi drêjî divê kombûnê da hate behskirin û hewl diêne dan bo dûbare pêdaçon û çapkirina wan, Bingehê laliş hewldaye ev pertoke di sîstemê Perwerda Îraqê jî da bêne xûndin.
Herwesa Serokê Bingehê Laliş behsê kongrê Bingehê Laliş kir û dyarkir ku qeyran lidûv qeyranê bûye egerê paşxstina vî kongrey, lê bi aneha xudê eger rewş ya harîkar bit taybet ji alyê petaya Koronayê ve li demekê nêzîk emê hazryên xo bo li darxstina kongrey bikin.
Li dawya kombûnê gengeşe dinavbera endamên Desteya Bilnd û berprsên tayên Bingehê Laliş li ser grngtrîn kar û çalakyên Bingehê Laliş hate kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî