شبكة لالش الاعلامية

NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

BasNews– Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan îro encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Civata Ewlekarîyê re pêşkêş kir û got ku kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan jenosîd e.

“Tîma UNITAD bi berfirehî vekolîna kiryarên xirab yên dijî êzîdîyan kir. Ji karbidestên Iraqê, Herêma Kurdistanê û NGOyan wî welatî bi hezaran daxuyanî û dîdevanî tomar kirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên zelal û pêbawer hene ku tawanên dijî êzîdîyan digiheje asta jenosîd e.

Herwiha Xan da zanîn ku tîma wan analîzên kompîteran, tomarên deng yên telefonan, teknolojîya nasîna rûyan (facial recognition) û pêdaçûn û lêkolînên forenzîk giheşte wê encamê.

Xan bi berdewamî got: ”Pêlg û delîlên ku me civandin piştrast kirin ku DAIŞê ji kiryarên tuneker yên wek kuştinkarî, destdirêjîya seksî, êşkence, kolekirin û tawanên din yên şer û dijî mirovahî yên ser êzîdîyan berpirs e.”

Xan bi berdewamî da zanîn ku xebata wan wê bibe alîkar ku endamên DAIŞê jibo tawanên ku li Iraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Melekê Tawus li Ezdaîzmê -3

Lalish Duhok

Mesûd Barzanî: Li Kurdistanê hizra teror û cudakariya olî cihê xwe nabîne

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Lalish Duhok