شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Qasim Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e

Serok Barzanî: Qasim Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e

BasNews – Serok Barzanî îro 12ê Gulanê di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim de peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir.

Serok Barzanê di peyama xwe de got: “Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e. Ew ji bo gelê xwe de mirina bi serbilindî hilbijart, lê amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike û dest ji bîr û baweriyên xwe berde û xwe neçemand.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê de, bi hezaran silav li giyanê pak ê şehîd Leyla û hemû şehîdên riya azadiyê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Iraqê Kûpaya Kendavê bi dest xist

Lalish Duhok

Lîza Kakeyî: Herêma Kurdistanê kar li ser dadgeh kirina DAIŞê dike ji ber wê dixwazin ziyanê bidin Pêşmerge

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî li gel Ebdulmehdî û du rêveberên din ên Iraqê civiya

Lalish Duhok