شبكة لالش الاعلامية

Li bajarê Mêrsîn yê Tirkiyê nijadperestên tirk êrişî malbateka kurd ya Hewlêrî kirin

Li bajarê Mêrsîn yê Tirkiyê nijadperestên tirk êrişî malbateka kurd ya Hewlêrî kirin

BasNews – Li bajarê Mêrsîn yê Tirkiyê, malbateka kurd ya Hewlêrî rastî êrişa nijandperestên tirk hat.

Rojnamevan û aktîvîstê kurd Mihemed Emîn Demîr li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, îro li bajarê Mêrsînê malbateka kurd ya Hewlêrî, ku bo geriyanê çûbûn Tirkiyê, rastî êrişa nijadperestên tirk hatin.

Wî rojnamevanê kurd daye zanîn, di wê êrişê de du endamên wê malbata 4 kesî birîndar bûne ku rewşa yekê baş nîne.

Bi gotina wî aktîvîstê kurd, nijadperest dema dibînin pilaka otomobîla wê malbatê Hewlêr (EBL) e û malbat jî kurd e, êriş dikin û li wan didin.

Beşek ji twîtta wî rojnamevanê kurd li ser wê rûdanê:

“Ji malbatê re gotine hûn kurd in an tirkmen, piştî ku zanibúne kurd in, li wan xistine. Zarokê 12-13 salî jî birîndar kirine. Xwestine mêrik ji kendalê bavêjin û bikujin. 4 kes bûne, li jin û zarokên din jî xistine.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kongreya Damezrîner a Jinên Êzîdî li Efrînê Hate Darxistin

Lalish Duhok

Li Afrînê Gundekî Êzidyan tê vala kirin û çekdar ketin têda

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî ligel Jean-Yves Le Drian civiya

Lalish Duhok