شبكة لالش الاعلامية

Heşda Şeibî li Şingalê xendekan dikole

Heşda Şeibî li Şingalê xendekan dikole

Rûdaw

Heşda Şeibî ragihand, ew xendeka ku li sînorê Şingalê tê kolandin, tenê ji bo parastina hêzên wê ye û ne li dijî Pêşmerge ye.

Piştî ku Heşda Şeibî ragihand, ku hêzên wê di çarçoveya operasyonên wê dawiyê de, gihîştine ser sînorê Sûriyê, hat ragihandin, ku hêzên Heşda Şeibiyê li sînorê Şingalê dest bi kolandina xendekan kirine.

Fermandeyekî pilebilind ê Heşa Şeibî yê bi nave Kerîm Nûrî ku pêştir berdevkê wê hêzê jî bûye, di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de behsa kolandina xendekê li sînorê Şingalê kir.

Kerîm Nûrî ji Rûdawê re ragihand, bi ti awayekê Heşda Şeibî xendekê li hember hêzên Pêşmerge û li dijî Pêşmerge nekolandiye û ew zanyarî ji rastiyê dûr e.

Nûrî ku hevdem yek ji serkirdeyên Rêxistina Bedir a bi serokatiya Hadî Amirî ye, amaje bi wê yekê jî kir, ku Hêza Pêşmerge ji bo Heşda Şeibî pişt e û bi heman şêwe jî Heşda Şeibî ji hêzên Pêşmerge re pişt e.

Derbarê wê xendeka nû de ku Heşda Şeibî dest bi kolandina wê kiriye, Kerîm Nûrî da xuyakirin: “Ew xendek bi ti awayî li dijî hêzên Pêşmerge nîne, belku li dijî çekdarên DAIŞê ye û ji bo rêgirtina ji otomobîlên bombekirî û êrişên çekdarên DAIŞê ye.”

Îro sêşembiyê 30ê Gulana 2017ê, Heşda Şeibî bi fermî ragihand, ku piştî gihîştina hêzên wan bo ser sînorê Sûriyê û kontrolkirina gundê Om Cirîs li rojavayê Şingalê, wan dest bi kolandina xendekê di navbera sînorê hevbeş ê Iraq û Sûriyê de kiriye.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş pîrozbahî li berpirsê liqê yek yê PDK kir

Lalish Duhok

Sibe dû sal bi ser girtina DAIŞê li Şingalê derbas dibe û hêj jî bi dehan keç û jinên Kurdên Êzdî di destê DAIŞê dene.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok