شبكة لالش الاعلامية

Encamên hilbijartinên seroketiya Sûriyê hatin ragihandin

Encamên hilbijartinên seroketiya Sûriyê hatin ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor encamên destpêkê Beşar Esed di hilbijartinên serokatiyê de zêdetirî ji sedî 95ê dengan bidest xist û dîsa dibe serokê wî welatî.

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûde Sebax encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Sûriyê ragihandin.

Hemûde Sebax diyar kir ku li gor encamên destpêkê Beşar Esed bi rêjeya %95.1ê dengan di hilbijartinan serkeftin bidest xist.

Bi vî awayî Beşar Esed ji bo cara çarem li ser hev, ji bo 7 salên din dibe serokomarê Sûriyê.

Di hilbijartinên vê care de, tevî Beşar Esed serokê niha yê Sûriyê, Mehmûr Merhî û Ebdullah Sellûm Ebdullah bibûn namzed.

Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya, di daxuyaniyeke hevbeş de hilbijartinên serokatiya Sûriyê şermezar kiribû û ragihandibûn, ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê “ne paqij in û ne jî azad”, û tekez kiribûn, ku divê hilbijartinên azad û paqij di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û li gorî pîvanên navdewletî bêne encamdan.

Ofîsa Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Netewên Yekbûyî çavdêriya hilbijartinên serokatiya Sûriyê nake û îtîrafê bi van hilbijartinan jî nake.

Piraniya aliyên Kurdî û bi taybet ENKS û PYNKê jî ew hilbijartin boykot kiribûn û ragihandibûn ew hilbijartin ne rewa ne.

Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Sûriyeya Demorkatîk jî pêştir ragihandibû, ku ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin û rê bi lidarxistina wan hilbijartinan di navçeyên di jêr kontrola xwe de nedabû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekê xwendekarên Zanîngeha Dortmond ya Elmanî seredana Bingehê Laliş tayê Şarya kirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Elmanya : Daxwaza sax û tendrustyeka baş bo cenabê Şêx Şamo dixwazîn.

Lalish Duhok

Masud Barzanî: Yan bindestî yan serxwebûn!

Lalish Duhok