شبكة لالش الاعلامية

Helbûsî: Bê aştiya civakî koçber nikarin vegerin ser cîh û warên xwe

Helbûsî: Bê aştiya civakî koçber nikarin vegerin ser cîh û warên xwe

BasNews – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand; bêyî aştiya civakî, koçber û aware nikarin vegerin cih û warên xwe.

Mihemed Helbûsî li kongereya rêxistinên civaka sivîl a li Bexdayê di axaftina xwe de got: “Şerê DAIŞê bi hezaran kes aware kirine, rêxistinên civaka sivîl jî roleke wan a berçav ji bo vegerandina awareyan bo cih û warên wan hebû.”

Helbûsî diyar dike: “Bêyî aştiya civakî, awareyên Iraqê nikarin vegerin cih û warên xwe.”

Ev di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve hikûmeta Iraqê biryar daye, kampan bigre û awareyan jî bi zorê bişîne cih û warên wan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Lalish Duhok

Barzanî: Êdî dem bo paşxistina referandumê dereng e, ez xwe şermezarê millet nakim!

Lalish Duhok