شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş xortê Êzdî yê pileya çarê li ser astê Asiyayê bidestxistî xelatkir

Bingehê Laliş xortê Êzdî yê pileya çarê li ser astê Asiyayê bidestxistî xelatkir

Tora Laliş ya Mediyayî:

Bingehê Laliş tayê Sinûnê seredana lîstikvan“Ezîz Kemal” kir, piştî pileya çarê li ser astê Asiya di lîstika laş ciwanyê da li welatê Lubnanê bidestxistî.

Li roja pênc şembûyê 7î eîlula 2023ê, Bingehê Laliş tayê Sinûnê seredana lîstikvan“Ezîz Kemal” kir ku berya çend rojan karî pleya çarê li ser astê Asiya di lîstika laş ciwanyê da li welatê Lubnanê bi destxwevebîne, herwesa Bingehê Laliş destxweşî û pîrozbahî pêşkêşî navbrî kir.

Her dîsa berya çend mehan lîstikvanê navhatî pleya sêyê li ser astê Iraqê di çarçovê lîstikvaniya nafxweyî ya leş ciwanyê da li Bexda bidestxist.

Tê zanîn lîstikvan Ezîz xelkê navçeya Guhbele ser bi Nahya Sinûnê ve li Şingalê, yek ji kesên piştevanê xortaye jibo ciwankirina laşê xwe bi rêya werzşî ya taybet bi laş ciwanyê li senterê nahya Sinûnê.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş hindek daxwaziyan derbarê xwendekarên êzîdî yên xwendina bilind li Kurdistanê pêşkêş diken

Lalish Duhok

Zaroka ku Kazimî soz dabû wê: Ez çaverêyî bavê xwe dikim

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Lalish Duhok