شبكة لالش الاعلامية

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê: Tevahiya diravê genim yê sala 2020 gihîştiye destê me

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê: Tevahiya diravê genim yê sala 2020 gihîştiye destê me

BasNews – Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê ragihand, di nav du hefteyên bê de tevahiya diravê genim yê sala 2020 yê cotkarên Kurdistanê tê dayîn.

Berpirsê giştî yê bazirganiyê li wezareta bazirganî û pîşesaziyê, Newzad Şêx Kamîl ji BasNewsê re got, ew kujma diravê genim yê sala 2020 yê cotkarên Kurdistanê, ku li ba Bexdayê mabû, hatiye şandin.

Newzad Şêx Kamîl her wiha got, ji ber ku dirav bi çek hatiye şandin, vê hefteyê dê rêkarên îdarî bên xilaskirin û hefteya din jî dirav bê dayîn. Bi vî rengî êdî diravê genim yê sala 2020 li ba hikûmetê xilas dibe.

Li gorî agahiyên wî berpirsê hikûmetê, li nav wî diravî de 10 milyar û 765 milyon dînar yê Duhokê ye, 23 milyar û 750 milyon dînar yê Silêmaniyê ye û 11 milyar û 907 milyon dînar jî yê Hewlêrê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Lalish Duhok

Di cejnê de zêdetirî 140 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok

Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir

Lalish Duhok