شبكة لالش الاعلامية

Kempa Şarya bi blokan dê were avakirin

Kempa Şarya bi blokan dê were avakirin

Biryar hatye dan hemî kempa Şarya ya awareyên Şingalê bi blokan bihête avakirin daku metrsyên agrberbûnê li ser wî xelkî kêm bibin.

Ragehandina rêveberya koç û koçberên Duhokê bo Gav Nîwz ragehand: Bi raspardeya parêzgarê Duhokê kombûnek hatye kirin bo dîtina çareyekê bo awareyên kempa Şarya û di kombûnê da Mîrê Êzidyan، hezretê babeşêx،Rêveberya kuç û kuçberan û rêveberya kempa Şarya û Dezgehê Xêrxwazyê Barzanî berhevbûn û biryar da li şuyna xîvetan, kempa Şarya bi bilokan bihête avakirin.

Di kombûnê da biryar hate dan ew kempe di du qunaxan da bihête avakirin, di qunaxa êkê da dê ew xîvetên sutîn bine bilok û di qunaxa diwê jî da dê yên mayî hemî bine bilok.

Li roja eînya bûrî agrekê mezin berbû kempa Şarya û pitrî 370 xîvetan sotin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Hikumeta Îrakê tinê soz u dilovaniyê didin Êzidyan lê bi piraktîk u li ser Erdê tiştek ji bo Êzidyan nakin

Lalish Duhok

Zarokeke 10 salî payîzokan dibêje

Lalish Duhok

Çalakvanên Kurda Êzidî “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova wergirt

Lalish Duhok