شبكة لالش الاعلامية

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

BasNews – Wekîlekî mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn ragihand, êdî çêkirina kilîban li nav perestgeha Laliş de qedexe ye.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re got, piştî ku li nav Lalişê de kilîbek hat çêkirin û hinek kes bi pêlavan ve derbasî nav Lalişê bûn, xelkê me ji vê yekê nîgeran û aciz bûn. Ji ber wê jî me biryar da êdî li nav Lalişê de kilîb neyên çêkirin.

Cehwer Elî Beg her wiha got, Laliş cihê xwadeperestî û pîroz yê êzîdiyan e û divê rêz lê were girtin. Me jî karên wisa qedexe kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serok Barzanî bi boneya 53 saliya Peymana 11ê Adarê

Lalish Duhok

Dengdan li ser danana rêveberên nû bo nawçedaryên Çemankê û Xankê dê hête kirin

Lalish Duhok

Kazemî bi boneya Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir

Lalish Duhok