شبكة لالش الاعلامية

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

BasNews – Wekîlekî mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn ragihand, êdî çêkirina kilîban li nav perestgeha Laliş de qedexe ye.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re got, piştî ku li nav Lalişê de kilîbek hat çêkirin û hinek kes bi pêlavan ve derbasî nav Lalişê bûn, xelkê me ji vê yekê nîgeran û aciz bûn. Ji ber wê jî me biryar da êdî li nav Lalişê de kilîb neyên çêkirin.

Cehwer Elî Beg her wiha got, Laliş cihê xwadeperestî û pîroz yê êzîdiyan e û divê rêz lê were girtin. Me jî karên wisa qedexe kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî bilind yê welatê Elmanya diseredana xwe bo kurdistanê da digel Êizdî û Mesîhya civya

Lalish Duhok

Zeyta Guwîza Hindê

Lalish Duhok

Li Bexdaya paytexta Iraqê, 2 kurdên êzidî ji aliyê komeke çekdaran ve hatine kuştin.

Lalish Duhok