شبكة لالش الاعلامية

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ket

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ket

Zaxo (Rûdaw) – Ji ber bombebaran û êrişên firokeyên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundên sînorî ketiye û xelkê wan gundan jî nikarin agir vemirînin.

Firokeyên Tirkiyê gundê Basifrê yê li nahiya Etrûş û çiyayê Xêrê li herêma qezaya Zaxo ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kir û jibilî ziyana madî ya li gund, şewat li daristanên nêzikî gund derket.

Xelkê gundê Basfirl ji ber tirsa bombebarana berdewam a firokeyên Tirkiyê nikarin derkevin û şewata li derdora gund vemirînin.

Xemê Seîde ku yek ji niştecihên wî gundî ye û pace û dîwarên xaniyê wan ji ber êrişên Tirkiyê zirar dîtiye, ji ber ku artêşa Tirkiyê devereke kêmtirî 700 metre ji xaniyê wan bombebaran kir û ew dibêje, “Min kir girî û hewar ku dê xanî bi ser me de hilweşe.”

Rêbar Ebdulmecîd di dema bombebarana firokeyên Tirkiyê de li gel zarokên xwe li derve rûniştibû û saçmeyek ji ber bomberana Tirkiyê di navbera wî û zarokên wî de ket û ew dibêje, “Zarokên min qêr kirin, min got qey ew perçe bi wan ket, lê baş e bi silamet in.”

Ji ber bombebaran û êrişên firokeyên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ketiye û xelkê wan gundan jî nikarin agir vemirînin ji ber ku bi gotina wan, ew ji dûbare bombebarankirina herêmê ditirsin û heta ku agir negihije nêzikî gun dew nikarin midaxele bikin û vemirînin.

Mihemed Remezan ku ew jî xelkê wî gundî ye, diyar dike, li wê herêma hatiye bombebarankirin, simaq, qizwan û gwîz çandine, lê ji ber tirsa bombebaranan ew nikarin biçin wê deverê û agir vemirînin û dibêje, “Em nizanin ka em dê çi bikin.”

Gundê Basifrê 55 kîlometreyan hewayî ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e û di 24 demjimêran de jibilî çiyayê Xêrê, firoke û topxaneyên Tirkiyê, geliyê Qumriyê, nêzikî gundê Hirûrê li devera Berwarî Bala û gundê Rîsê li nêzikî komelgeha Bêgova topbaran û bombebaran kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan şewtandina Qurana pîroz li Swêdê şermizar dike

Lalish Duhok

Çîroka fîlmekî Kurdî dikeve nava programê xwendinê li Almanya

Lalish Duhok

Li Viyanayê dibistaneke zimanê Kurdî hat vekirin

Lalish Duhok