Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ket
Zaxo (Rûdaw) – Ji ber bombebaran û êrişên firokeyên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundên sînorî ketiye û xelkê wan gundan jî nikarin agir vemirînin.
Firokeyên Tirkiyê gundê Basifrê yê li nahiya Etrûş û çiyayê Xêrê li herêma qezaya Zaxo ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kir û jibilî ziyana madî ya li gund, şewat li daristanên nêzikî gund derket.
Xelkê gundê Basfirl ji ber tirsa bombebarana berdewam a firokeyên Tirkiyê nikarin derkevin û şewata li derdora gund vemirînin.
Xemê Seîde ku yek ji niştecihên wî gundî ye û pace û dîwarên xaniyê wan ji ber êrişên Tirkiyê zirar dîtiye, ji ber ku artêşa Tirkiyê devereke kêmtirî 700 metre ji xaniyê wan bombebaran kir û ew dibêje, “Min kir girî û hewar ku dê xanî bi ser me de hilweşe.”
Rêbar Ebdulmecîd di dema bombebarana firokeyên Tirkiyê de li gel zarokên xwe li derve rûniştibû û saçmeyek ji ber bomberana Tirkiyê di navbera wî û zarokên wî de ket û ew dibêje, “Zarokên min qêr kirin, min got qey ew perçe bi wan ket, lê baş e bi silamet in.”
Ji ber bombebaran û êrişên firokeyên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ketiye û xelkê wan gundan jî nikarin agir vemirînin ji ber ku bi gotina wan, ew ji dûbare bombebarankirina herêmê ditirsin û heta ku agir negihije nêzikî gun dew nikarin midaxele bikin û vemirînin.
Mihemed Remezan ku ew jî xelkê wî gundî ye, diyar dike, li wê herêma hatiye bombebarankirin, simaq, qizwan û gwîz çandine, lê ji ber tirsa bombebaranan ew nikarin biçin wê deverê û agir vemirînin û dibêje, “Em nizanin ka em dê çi bikin.”
Gundê Basifrê 55 kîlometreyan hewayî ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr e û di 24 demjimêran de jibilî çiyayê Xêrê, firoke û topxaneyên Tirkiyê, geliyê Qumriyê, nêzikî gundê Hirûrê li devera Berwarî Bala û gundê Rîsê li nêzikî komelgeha Bêgova topbaran û bombebaran kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî