شبكة لالش الاعلامية

Amerîkayê derbarê aloziyên Bexdayê de helwesta xwe ragihand

Amerîkayê derbarê aloziyên Bexdayê de helwesta xwe ragihand

BasNews– Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê aloziyên îro yên Bexdayê de nîgeraniya xwe nîşan da û ragihand, nabe asayîş û seqamgîrî û serweriya Iraqê bixin bin metirsiyê.

Di daxuyaniyekê de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, Washington ji aloziyên Iraqê nîgeran e û ji hemû aliyan daxwaz dike ku rewşa welat bi aştiyê bihêlin û rêgirî bikin li her karvedaneke ku bibe sedema berdewambûna tundûtûjiyê. 

Balyozxaneyê destnîşan kiriye, niha dema gotûbêjkirinê ye ji bo çareserkirina nakokiyan, ne rûbirûbûna hev.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Mafê nîşandana nerazîbûnê ya aştiyane, bingeha sereke ya demokrasiyê ye, lê belê divê xwepêşander rêz li sazî û avahiyên hikûmeta Iraqê bigrin, ku gelê Iraqê xwediyê wan e û ji bo xizmeta wan in, loma divê bihêlin karên xwe bi awayekî asayî encam bidin.”

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Papayê Vatîkanê civiya

Lalish Duhok

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Lalish Duhok

Şingal – Pêşmerge bi vedana xendeqan çeperên xwe qahîm dikin

Lalish Duhok