شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Herêmê 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê terxan kir

Hikûmeta Herêmê 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê terxan kir

BasNews– Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; bi qasî 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê dê were xerckirin.

Fermangehê eşkere kir ku ew pere ji budceya parêzgeha Hewlêrê bi awayekî neqdî weke qonaxa yekem ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê dê were xerckirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî da li ser terxankirin û xerckirina 500 milyon dînar ji budceya parêzgeha Hewlêrê û bi awayê neqdî weke qonaxa yekem ji bo qerebûkirina welatiyên ku ji ber lehiya roja 30ê Cotmeha 2021ê li parêzgeha Hewlêrê û navçe û nahiyeyên wê, tûşî ziyan bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li navçeya Dêrebûnê simînarek li dor aştya komelayetî û rolê afretê di nava civakî da hat gêran

Lalish Duhok

2 partiyên Kurd bûne yek

Lalish Duhok

Şandekî Kenîseyên Europa li gel Êzidyan civyan

Lalish Duhok