شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 442 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  442 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 148 kes li Hewlêrê, 53 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê û 29 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 852 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 250 kes li Hewlêrê, 148 kes li Silêmaniyê, 376 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 367447

Mirin: 6595

Başbûn: 351977

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zarokeke Kurd a Êzdî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

Du sal di ser temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibin

Lalish Duhok

19 salên ked û xebatê pîroz be

Lalish Duhok