شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê Iraqê kir

BasNews- Serok Mesûd Barzanî îro roja sêşemê 06.07.2021ê pêşwazî li Balyozê Hîndîstan li Iraqê Birender Singh Yadav kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Hîndîstan li Hewlêr Subhash C. Kain jî amade bû, Balyozê Hîndîstan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebat û rola Serok Barzanî ya li dîroka gelê Kurdistan û Iraqê de hebû û her wiha spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir.

Her di vê hevdîtinê de her du alî tekez li wê yekê kirin, rûbirûbûna terorê hewleke hemû aliyên cîhanî pêwîst e. Di dirêjahiya vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê mijareke din a vê civînê bû û her du aliyan hêvî xwestin ew peywendî di warên cûr bi cûr de bêne berfirehkirin. 

Hêjayî gotinê ye, Balyozê Hîndîstanê ji bo malavayî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û Serok Barzanî ji bilî spasguzariyê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst li Mihemedê Hacî Mehmûd pîroz kir

Lalish Duhok

Hewlêr ji bo rêkevtina li ser petrola Kerkûkê amade ye

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok