February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî hezar kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî hezar kesên din bi Koronayê ketin

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 973 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 973 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 244 kes li Hewlêrê, 273 kes li Silêmaniyê, 417 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 762 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 110 kes li Hewlêrê, 218 kes li Silêmaniyê, 399 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 192263

Mirin: 4525

Başbûn: 178663

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi