February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rêveberiya Xweser li ser kuştina keça 20 salî doz vekir

Rêveberiya Xweser li ser kuştina keça 20 salî doz vekir

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundewarên Dêrika Rojavayê Kurdistanê, eşîreke Ereb keça xwe ya 20 salî bi navê `paqijkirina şerefê` gulebaran kir û kuşt. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser li dijî kuştina keça 20 salî doz vekir.

Yazde kes lê vedihewin, wê dikûjin û bi şanazî vîdiyoya xwe jî belav dikin, gunehê wê jî ew e ku bi hevjîniya ji kurê apê xwe re razî nebû û dilê wê di kesekê di de hebû, lewma ji cem wî, bi hezkiriyê xwe re reviya keça kêmtir ji 18 salan, ji taxa Xiwêran ya Erebnişîn ji Hesekê ye, bav û bira û pismamê wê li gundewarê Dêrikê piştê îşkencedan wê dikûjin. Rêveberiya Xweser doza wê biriye dadgehê.

Cîgira Seroka Desteya Jinan li herêma Cezîrê Deriya Remedan dibêje “Ev tawana dawî çê bûye, sedemeke sereke ya serokê eşîretan e, dema ku em jê re dibêjin tawana şeref û namûs, dibêjin revandin qedexe ye lê kuştin hela e, 11 jin bên kuştin di navbera şeş mehan de, hejmareke zêde ye, em ê li ber dadgehê rawestin, gerek ev kes sizayê xwe bistînin û em qet qebûl nakin rojekê têkeve ber lêborîna giştî yan jî bê berdan.”

Li gor amarên encûmena dadperweriya jinan ya Rêveberiya Xweser li Cezîra Rojavayê Kurdistanê, tenê di şeş mehên sala 2021 de 11 haletên kuştinê hatine tomarkirin, 3 jinan jî ji ber tundutijiyê xwe kuştine û 750 caran li dijî jinê bi tundî serederî hatiye kirin.

Rêxistina Sara ku rêxistineke serbixwe û taybet bo jinan e, niha lêkolînê li ser vê bûyere dike, dibêje ku malbat bi zorê keça xwe didin.

Rêvebera Beşê Mafnasî ya Rêxistina Sara, Erzo Temo got “Malbat lêkolînê dikin û wê digrin, sê rojan wê birçî dihêlin, û li gundewarê Dêrikê lê didin, tiştê ku me Rêxistina Sara bi belge kiriye, ji meha 6 ya sala derbasbûyî heya meha şeşan ya îsal, 19 haletên kuştinê me tomar kirine, 8 xwekuştin û 6 hewlên xwe kuştinê me tomar kirin.”

Lê ev hejmarê tomarkirî ne û dibe ku hejmara rastî ji wiha zêdetir be. Li gor zanyariyên ku me ji dadgehê bi dest xistin, niha du bira, bav û kurekî apê wê keçê, girtî ne.

Saziyên civaka sivîl jî daxwaz dikin ku hukim lê bê birîn û nekeve ber ti lêborîneke giştî yan taybet.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi