شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Iraqê di salvegera rizgarkirina Mûsilê de pesnê Pêşmerge dide

Hikûmeta Iraqê di salvegera rizgarkirina Mûsilê de pesnê Pêşmerge dide

BasNews-Di salvegera rizgarkirina Mûsilê Wezareta Bergiriya Iraqê pesnê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Roja 10.07.2017ê serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî serkeftina li dijî DAIş ragihand û aşkere kir Mûsil bi temamî ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

Îro roja şemiyê 10.07.2021ê, Wezîrê Begrgiriya Iraqê Cume Înad di merasîma 4 saliya rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê pêsnê Pêşmerge da û rola Pêşmergeyan di rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand.

Pêşmerge, bi şahidiya hemû cihanî roleke gelekî girîng list ji bo bidawîkirina efsaneya DAIŞê li herêmên Kurdistanî û deşta Nînowayê.

DAIŞê di meha Hezîrana 2014an de bi 2 çekdaran êrîşî Iraqê kir û di heyama 2-3 rojan de artêşa Iraqê beramberî Iraqê şikestxwar û DAIŞê di heyama çend rojan de ji nêvî zêdetir xaka Iraqê dagir kir.

Herçend 4 sal di ser rizgarkirina Mûsilê re derbas bûbe wêrankariya bajêr dewam dike û beşeke zêde ya xelkê ji ber metirsiya milîsên Heşdî Şabî nikarin vegerin ser mal û zeviyên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li navenda Şingalê agir derket

Lalish Duhok

Helbûsî cejna Cemayê li Êzdiyan pîroz dike

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Lalish Duhok