Du sal di ser temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibin
Hewlêr (K24) – Du sal di ser temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibin, ku ji destpêkê ve xizmetguzariya zêdetir û encamdana çaksaziyê kiriye bernameya xwe.
Mesrûr Barzanî di 10ê Îlona 2019an de weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo Kabîneya Nehem sonda yasayî xwar, tevî çendîn astengî û qeyranên darayî jî, ev nebû pirsgirêk li ber encamdana çaksazî û rêkxistina çavkaniyên dahatê, di ser hemûyan re jî rêkxistina bac û dahatên giştî û deriyên sînorî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çendîn boneyên cuda de di axaftinên xwe de destnîşan kir; tiştê ku wan kiriye, pabendkirina kompaniyan e ku çendîn sal in xwe ji bacê vedişêrin, niha hatine neçarkirin ku baca xwe bidin.
Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku êdî li Herêma Kurdistanê çavkaniyên dahatê têne rêkûpêkkirin û êdî tenê pişta xwe bi dahata petrolê girê nadin, bi heman şêwe girîngî didin sektorên din jî, weke çandinî, veberhênan û avakirina kargehên cuda cuda.
Di vê çarçoveyê de, di nava du salên temenê Kabîneya Nehem de, çendîn kargehên mezin ji bo bazarkirina genimê cotkaran û deverên pîşesazî yên xurekê û kargehên firotina berhemên patatan hatin damezrandin, ew kargeh berê jî hatibûn damezrandin, lê xebata di nav wan de rawestiyabûn, careke din hatin aktîvkirin, weke kargehên ava firingiyan ên Herîr û Şarezûrê.
Aktîvkirina wan kargehan di çarçoveya stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku hêsankarî ji bo veberhêneran û xwediyên kargehan dike, bi taybetî jî ew kargeh berhemên cotkarên Kurdistanê werdigrin.
Mijareke din a ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her dem girîngî dide; veguhsetin û rê ye, ku weke ew bi xwe dibêje, bingeha liv û tevgera bazirganî ye, ji bo vê jî heta niha çendîn projeyên stratejîk û mezin li Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin.
Sektora tendirustiyê yek ji sektorên cihê girîngiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Kabîneya Nehem e, ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê ve li Herêma Kurdistanê, di gotarên xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Silametiya canê welatiyan û tendirustiya wan di ser her tiştî re ye û divê welatiyên me xwe ji vê vîrusê biparêzin.” Herwiha ji bo têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê, çendîn nexweşxaneyên nû li Herêma Kurdistanê hatin vekirin.
![](https://cdn.kurdistan24.net/images/Jul-2021/1625910655MB-Parliamen.jpg)
Yek ji wan mijarên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê dike; gihandina xizmetguzariyên giştî ji bo navçeyên li derveyî navendên parêzgehan e, di vê çarçoveyê de jî, xizmetguzariya derxistina pasaportan li navçeyên Koye, Çemçemal, Soran dest pê kir û biryar e li çend navçeyên din jî ev xizmet were dayîn.
Ji aliyê bihêzkirina pêwendiyan li ser asta navxweyî, Iraqî, herêmî û navdewletî jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam tekez dike ku Kurdistaneke bihêz pêwîstiya wê bi pêwendiyeke bihêz heye ligel welatên cîran û civaka navdewletî, di vê çarçoveyê de çendîn hevdîtinên girîng encam dane.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî