NY: Ava paqij nagihîje milyonek awareyên Sûriyê
BasNews- Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand; kêmbûna xizmetguzariyan ji bo awareyên li bakurê rojhilatê Sûriyê zêde bûye, bi taybetî li wêstgeha avê ya Elok.
UNICEF eşkere dike ku wêstgeha avê ya Elokê 24 car ki kar ketiye ku ava vexwarinê ji bo milyone awareyên Sûriyê dabîn dike.
Niha wêstgeha Elok ji kar ketiye û heta niha jî tîmên tamîrkirinê jê re nehatine dabînkirin, ligel vê yekê jî kêmbûna elektrîkê, nişteciyên kampên wê herêmê bêzar kiriye.
Li gor zanyariyên UNICEFê, milyonek awareyên Sûriyê, li deverên sînorî, jiyana wan di metirsiyê de ye, eşkere dike ku ew ava xirab ji bo vexwarin û xweşûştinê bi kar tînin ku dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
UNICEF destnîşan dike ku gihiştina ava paqij ji bo wan kampan, weke xweparastina ji vîrusa Koronayê, ji bo vê qonaxê girîng e. Wêstgeha avê ya Elokê di sala 2019an de ji ber êrîşeke mûşekî ji kar ket û heta niha bi awayekî rast nehatiye tamîrkirin.
Li gor raporta Neteweyên Yekbûyî, rojane bi milyonan lître av ji aliyê rêxistina UNICEFê ve ji bo wan kampan têne dabînkirin, lê ev qas kêmbûna avê, pêwîstî dabîn nabin, tevî vê jî kêmbûna elektrîkê bandor li ser jiyana milyonek mirov derxistiye holê.
UNICEF daxwaz dike ku wêstgeha avê ya Elok divê were tamîrkirin, herwiha elektrîk ji bo kampan were dabînkirin, rê li ber tîmên hunerî were vekirin ku bi hêsanî vî karî bikin.
Piştî serîhildana şoreşa Sûriyê, bi milyinan xelkê wî welatî ber bi Serê Kaniyê, Hesekê, Reqa û Dêrezorê aware bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî