شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li Koço qebra xwe dît!

Şingal – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li Koço qebra xwe dît!

BasNews – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li gundê Koço yê Şingalê qebra xwe dît û li ser giriya!

Îro heftemîn salvegera komkujiya gundê Koço yê Şingalê bû. Bi vê helkeftê komek keç û jinên êzîdî çûn ser goristana gund û şîna miriyên xwe girtin.

Yek ji wan keçên ku çûbû goristanê, Sîpan Xelîl bû ku çendekî beriya niha ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Sîpan Xelîl ji BasNewsê re got, îro dema ez çûm nav goristana gund, min qebrek dît navê min li ser hatibû nivîsandin!

Sîpan Xelîl her wiha got, dema terorîstên DAIŞ ez revandim, ji malbata min re hatibû gotin ku keça we di bordûmana firokeyan de hatiye kuştin. Malbata min jî tiştek nedizanîn loma bo min qebrek çêkiribûn û navê min li ser nivîsandibûn.

Wê keça êzêdî da zanîn jî, ew roja 2 vê mehê li bajarê Dirha yê Sûriyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Sîpan Xelîl li ser dîtina qebra xwe jî got, dema min qebra xwe dît, ez pir êşiyam û min kire girî. Ew cihê ku qebra min tê de bû, qutabxaneya min bû, niha bûye goristan. Ev jî gelekî bi êş û jan e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Lalish Duhok

Hunermend Mihemed Erbîlî koça dawî kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 832 kes bi coronayê ketin

Lalish Duhok