شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Ji destdana Nadir Nadir xesareteke mezin e

Serok Barzanî: Ji destdana Nadir Nadir xesareteke mezin e

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi xemeke zêde ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê zanistî û neteweyî yê ji civaka Kurdên Kazakistanê Profesor Nadir Nadirov bihîst. Nadir Nadirov zanayê navdarê Kurd û xwediyê dehan kitêb û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke bi bandor jî li yek xistin û serpereştiya karubarê Kurdên Kazakistanê û welatên Sovyeta berê da hebû û ji destdana wî xesareteke mezine.

Serxweşî û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û navendên akademî û cemaweriyên Kurdên Kazakistanê û hemû Kurdên welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Nadir Nadirov bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

24.08.2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Flîp Xoslan” ji Balyozxana Ferensa li Iraqê‌ seredana bingehê‌ laliş kir û digel berêz”Şêx Şamo” civya”

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Macron dikim

Lalish Duhok

Helwesta PDKê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê

Lalish Duhok