شبكة لالش الاعلامية

Neteweyên Yekbûyî pisporekî Alman ji bo lêkolîna tawanên DAIŞê erkdar kir

Neteweyên Yekbûyî pisporekî Alman ji bo lêkolîna tawanên DAIŞê erkdar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pisporekî Alman kire serokê nû yê tîma lêkolînerên tawanên DAIŞê.

Li gor biryara Antonio Guterres, pisporê Alman Christian Ritscher dibe serokê wê tîma navdewletî, ku li ser tawanên DAIŞê lêkolînan dikin.

Beriya niha pisporê Kurd Kerîm Es’ed Ehmed Xan ku xwedî nasnameya Brîtanî ye, serokê wê tîmê bû.

Armanca wê tîmê ew e ku li ser hemû tawanên ku rêxistina DAIŞê di dema desthilata xwe de li Iraqê kirine, lêkolînan bike.

Tîma lêkolînê belgeyan berhev dikin û rêzbendiya tohmetan dikin, da ku di dadgeha navdewletî de tohmeta encamdana tawanên şer û dijî mirovahiyê û jenosîdê arasteyî DAIŞê bike.

Di meha Gulana borî de tîma lêkolînê li ser komkujiya Kurdên Êzidî belge berhev kiribûn.

Serokê berê yê tîmê, Kerîm Es’ed Ehmed Xan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Ziyanmendê sereke yê peymana Lozanê gelê Kurdistanê bûye

Lalish Duhok

Çendîn pêşnîyar derbareyî lêgeryana girtîyên Êzidî û parastina gorên bikom hatine dan

Lalish Duhok

10 kes li Başûrê Kurdistanê bi coronayê mirin

Lalish Duhok