PDKê li Başîqa mîtîngekî girseyî pêkanî
BasNews – Li nahyeya Başîqa ya Deşta Nînowa, PDKê ji bo serkeftina namzedên xwe yên helbijartina Parlamentoya Iraqê mîtîngekî girseyî pêkanî.
Koordînatorê lijneya navçeya Başîqa ya PDKê Usame Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 02.10.2021ê li nahyeya Başîqa wek PDK me mîtîngekî mezin ji bo serkeftina namzedên xwe pêkanî.’’
Herwaha got: ‘’Di mîtîngê de berpirsê baskê Mûsilê yê PDKê û hejmarek berpirsên din ên PDKê jî amadebûn û herwaha girseyekî berçav jî amade bû.’’
Usame Mihemed got: Di mîtîngê de ji bo serkeftina namzedên PDKê çend gotar jî hatin pêşkeş kirin û piştre bi aheng û stranan mîtîng bi dawî bû.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî