شبكة لالش الاعلامية

Li Qamişlo zarokan ji bo mafê xwe kampînek destpê kirin

Li Qamişlo zarokan ji bo mafê xwe kampînek destpê kirin

Qamişlo (Rûdaw) Komîteya Zarokan a Şilêr ji roja Pêncşemê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dest bi kampîna lihemberderketina tundûtîjiya li dijî zarokan kiriye.

Ew kampîn çar rojan berdewam dibe û dê li çend cihan çalakiyên xwe pêk bîne.

Çalakiyên wê kampînê di bin dûrişma “zarokên me, hêviya pêşerojê ne” birêve diçin.

Di çalakiyê de hejmarek zarokên keç û kur ji temenên cuda cuda beşdar bûn. Zarokên plakardên bi dirûşmên “zarokatiya min nekuje”, “tehde neke baş be” û herwiha wêneyên hejmarek zarokên ku di şer de hatine kuştin an birîndar bûne, bilind kirin.

Sîlva Şêxmûs, Endama Komîteya Şilêr û yek ji rêkxerên kampîna lihemberderketina tundûtîjiya li dijî zarokan derbarê kampînê de ji Rûdawê re ragihand, “Me ev çalakî çê kir ji bo em mafên zarokan bistînin, li vir mafên zarokan gelek winda dibe, gelek zarok hatin kuştin, gelek zarok koçber bûn  û ji xwendina xwe dûr ketin, ji malên xwe dûr ketin, li vir me ev çalakî çê kir, ji bo ku em dengê xwe bigihînin, ku zarokên me jî mafên wan heye û bila mafên zarokên me bidin wan.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron tekeziyê li çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin

Lalish Duhok

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

Lalish Duhok

Serokên zanîngehên Duhok piştevanya xwe jibo xwendekarên Êzdî diyarkirin

Lalish Duhok