شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 22ê Mijdara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Komara Çekê hat axaftin û tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekê di warê aborî û çandî û akademiyê de hat kirin.

Herwiha di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhateyên piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan hêviya xwe anîn ziman ku encamên hilbijartinan bibe havêna guherîna erênî di proseya siyasî ya Iraqê de û pêkanîna seqamgîrî û cîbicîkirina daxwaza welatiyan.

Di dawiya rûniştinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo erkê wî yê nû yê Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê xwest.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hunermend Mihemed Erbîlî koça dawî kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî bo fraksiyona PDKê li Bexda: Bi armancên stratejiyên gelê Kurdistanê pêbend bin

Lalish Duhok

Li sînorê Zaxo bendavek tê ava kirin

Lalish Duhok