شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda ligel wê kir.

Îro Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li Bexdayê bû û ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji rojnamevanan re diyar kir: “Hikûmeta Swêdê hikûmeta Iraqê han dide ji bo encamdana çaksaziyan di warê aborî û hemû aliyê de ji bo seqamgîriya Iraqê. Herwiha em pabend in bi piştevanîkirina Iraqê di mijara rûbirûbûna DAIŞ û terorê de.”

Ann Linde destnîşan kir: “Swêd piştevaniya Iraqê dike ji bo parastina sînorên wê û pêşvebirina pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşte Hewlêra paytext û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal – Li gundê Gir Izêr xaniyek teqiya

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê kir

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok