شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê dad ê Lubnanê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê dad ê Lubnanê kir

BasNews – Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li wezîrê dad a Lubnanê kir û amaje bi rola giringiya desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê kir, ku desthilatekî serbixwe ye.

Îro 24.01.2022yê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li dadwer û wezîrê dad a Lubnanê Hinrî Xûrî û şandeya li gel kir, ku pêkhatibû ji serokê encûmena dadweriya Lubnan û cîgirê emîndarê giştî yê Komkara Erebî.

Şandeya Lubnanê behsa giringiya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Lubnanê di warên cuda de kir ku bi taybetî pêşxistina hemahengiya di warê desthilata dadwerî û sûd wergirtin li şarazayî û ezmûnên yektir kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel amaje bi rola giringiya desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê, ku desthilatekî serbixwe ye û amadebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêz kirina alîkarî û hemahengiya li gel desthilata dadweriya Lubnanê nîşan da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya dr. Kazim Hebîb peyamek belav kir

Lalish Duhok

Mesrur Barzanî pêşwazîyê li biryara perlemanê Loksimborg ji cînosayd nasandina komkujîya Kurdên Êzidî re dike.

Lalish Duhok

Bi sedan endamên YNKê beşdarî PDKê bûn

Lalish Duhok