Wezareta Tendirustiyê: 1.581 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1581 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1581 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 870 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 437 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 485 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 190 kes li Hewlêrê, 181 kes li Silêmaniyê, 99 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 10 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 399131
Mirin: 7190
Başbûn: 375938
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî