شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Erîf Cemal peyamek serxweşiyê belav kir û serxweşî li malbat û kesûkarên wî kir.

Îro 30.01.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û ragehand: ‘’Serxweşiyê li malbat û kesûkar û hevalên Pêşmerge yên tekoşer û kesayetiya niştimanperwer û berpirsê saziyên Îlon û Gulanê li Kerkûkê Cemal Hemedemîn Seîd ku wek Erîf Cemal tê nasîn dikim û hevbeşê xema wan im.’’

Herwaha got: ‘’Ji xwedayê mein daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

Lalish Duhok

Bingehê laliş alîkarya Mala Êzidyan li Rojavaya Kurdistanê kir

Lalish Duhok

14 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin

Lalish Duhok