شبكة لالش الاعلامية

Mîrê Kurdên Êzidî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Mîrê Kurdên Êzidî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Kurdên Êzidî di peyamekê de pîrozbahiya Cejna Remezanê li Misilmanên cîhanê û Herêma Kurdistanê kir û ragihand, “Cejn derfetek ji bo belavkirina rihê tolerans û hevdu qebûlkirinê ye.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî bi helkefta Cejna Remezanê ya Misilmanan peyameke pîrozbahiyê weşand.

Mîrê Kurdên Êzidî di peyama xwe de ragihand, “Ez vê cejnê li misilmanên cîhanê bi taybetî Kurdistanê pîroz dikim. Cejn derfetek ji bo belavkirina ruhê tolerans û hevdu qebûlkirinê ye.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje, “Herêma Kurdistanê bi pêkhateyên xwe ve baxçeyeke rengîn e û her pêkhateyek têde merasîmên xwe yên olî vedijînin.”

Mîrê Êzidiyan herwiha got, “Hêvîdarim (Misilman) bi xêr û xweşî cejna xwe bikin.”
Îro li Herêma Kurdistanê yekemîn roja Cejna Remezanê ye û welatiyên Misilman li mizgefta amade bûn û nimêja cejnê kirin û piştre malbatan bi serdankirina hev cejn li hev pîroz kirin.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq êvara duh Pênşemê ragihandibû, Komîteya Dîtina Heyvê li avahiya wezaretê civiyaye û diyar kir ku heyv li esmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin, lewra jî biryar hat dayîn ku roja Înê 21ê Nîsanê yekem roja cejna Remezanê be.

Wezîrê Ewqafê herwiha gotibû, piştî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, “asoyeke geş” li benda Herêma Kurdistanê ye. Herwiha behsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê jî kir û got, “ev mînakeke xweşik a xelkê Kurdistanê ye” ku li tevahiya Rojhilata Navîn jî deng vedaye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama behîdaryê ji bingehê laliş bi helkefta malavay kirina mîr Kamiran Xêrî beg

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir

Lalish Duhok

Piştî UNHCR alîkariyê qut kir kampên Herêma Kurdistanê di nav zibil de man

Lalish Duhok