شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Xwişk û birayên me yên Êzidî pêşwazî li kuştina Qureyşî dikin

Mesrûr Barzanî: Xwişk û birayên me yên Êzidî pêşwazî li kuştina Qureyşî dikin

Hewlêr (Rûdaw) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “xelkê me û xwişk û birayên me yên Êzidî pêşwazî li kuştina `Xelîfeyê DAIŞê` dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro ragihand, di operasyona dijî terorê ya hêzên wan de a li parêzgeha Idlibe ya Sûriyê, Serkirdeyê DIAŞê yê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî hatiye kuştin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê kuştina `Xelîfeyê DAIŞê` de peyamek belav kir.

Pêşwaziya li kuştina Xelîfeyê DAIŞê

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Amerîka û hêzên taybet kir ku operasyon pêk anîne û got, “Kuştina terorîst Ebû Îbrahîm El Qureyşî û nehiştina wî li vê herêmê ku êş û kulên zêde bo anîbûn, ji aliyê xelkê û me û xwişk û birayên me yên Êzidî ve pêşwazî lê tê kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêdiviya berdewamkirina Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir li ser pirçekirin û rahênana Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Merûr Barzanî dibêje, “Ev grûpa terorîst (DAIŞ) hêj gelek maye heta jinav diçe.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY: DAIŞ çend rojên wê yên kêm mane!

Lalish Duhok

Pertûkên pirî zengîn ji weşanên Bingehê Laliş

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 1938 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok