شبكة لالش الاعلامية

Kurdên êzidî di cejnê de miriyên xwe ji bîr nekirin

Kurdên êzidî di cejnê de miriyên xwe ji bîr nekirin

Şingal (Rûdaw)

Di rojên Cejna Qurbanê de kurdên êzidî li Şingalê serdana mezargeh û cîhên ayînî dikin û cejnê li hevdu pîroz dikin.

Kurdên Êzdî di van rojan de xwarinên taybet amade dikin û ji bo rizgarbûna keç û jinên di destê DAIŞê de, nezran didin û dua dikin, ku rojek beriya rojekê bêne rizgarkirin.

Cejna Qurbanê ji bo kurdên êzidî jî xwedan taybetmendiyên cuda ne. Beşek ji wan serê sibê zû serdana goristanan dikin.

Kurdên êzidî yên Şingalê jî sibeha cejnê çûne ser gorên miriyên xwe û paşî serdana mezargeh û cihên ayînî kirin.

Hemwelatiyên kurdên êzidî cejna hev pîroz kirin, xêr belav kirin û ji bo rizgarbûna dîlên di destê DAIŞê de dua kirin.

Di seranserê sale de 6 cejnên kurdên êzidî hene. Di Cejna Qurbanê de kurdên êzidî jî weke mislimana qurbanan dibrin, serdana Laleşê dikin, xêr û şîrînahiyan belav dikin.

Ji aliyê Tehsîn Qasim 9 demjimêr berê
Şingal

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Partiyên Kurdistanî li bakur êrîşa Tirkiyê şermezar kirin û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe

Lalish Duhok

Bîrewerya Nehê ya cangorî “Cîlan Berces”hate saxkirin

Lalish Duhok

Aştî Koçer: Çend sale YNK û PKK û Heşdî Şeibî nav Şingalê ne û nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin

Lalish Duhok