شبكة لالش الاعلامية

Neda Mêrgesorî: PKK dixwaze bi şer û aloziyan pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bike

Neda Mêrgesorî: PKK dixwaze bi şer û aloziyan pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bike

Neda Mêrgesorî

Parlementereka berê ya PDKê Nada Mêrgesorî ji Basnews re dibêje, PKK bi derxistina şer û aloziyan dixwaze Herêma Kurdistanê li hember daxwaziyên dewleteka herêmî teslîm bibe.

Parlementera berê ya PDKê li parlementoya Iraqê, Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, PKK bi şer û aloziyan dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bike, ji ber wê jî hinek caran bi alîkariya Heşda Şeibî mûşekan davêje Herêma Kurdistanê.

Neda Mêrgesorî her wiha got, armanceka din ya PKKê ji derxistina şer û aloziyan ew e ku Herêma Kurdistanê li hember daxwaziyên dewleteka herêmî teslîm bibe.

Wê parlementera berê ya PDKê da zanîn jî, lê Herêma Kurdistanê û serkirdetiya wê li ser rêya rast in û roj bi roj jî pêşde diçin.

Neda Mêrgesorî behsa girîngiya serdana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanya jî kir û got, serdana vê dawiyê ya serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî bo Brîtanya û Îmaratê bo bihêzkirina pêgeha aborî û dîplomatîk ya Kurdistanê, neyar û dijminên Kurdistanê nîgeran kiriye, ji ber wê jî bi rêya wekîlên xwe PKK û Heşda Şeibî dixwazin pêşiya serkeftinên Kurdistanê asteng bikin. Ev jî nîşan dide ku PKK û hevalbendên wê ji aliyê neyarên Kurdistanê ve li dijî Kurdistanê tên bikaranîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî hezar kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Peykerek ji bo cangorî Cîlan Berces hate danan

Lalish Duhok

Hanî klîpa xwe ya nû belav dike

Lalish Duhok