شبكة لالش الاعلامية

YE: Em ji bo alîkariya asayîkirina rewşa Şingalê amade ne

YE: Em ji bo alîkariya asayîkirina rewşa Şingalê amade ne

Hewlêr (K24) – Yekîtiya Ewropayê (YE) amadebûna xwe ji bo alîkariya proseya asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da.

Şandeke Yekîtiya Ewropayê ji welatên cîranên Iraqê daxwaz kir, destê xwe di karûbarên navxwe yên Iraqê de wernedin û herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo asayîkirina rewşa navçeya Şingalê û alîkariya ji bo vegera awareyan bo cih û warê xwe, nîşan da.

Di civîneke çapemeniyê de Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ku serokatiya şanda Yekîtiya Ewropayê bo Iraqê dike, got: “Mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo seqamgîriya navçeyê girîng e.”

Civîna çapemeniyê li avahiya Parlamentoya Kurdistanê û piştî civîna şanda mêvan ligel serokatiya parlamentoyê birêve çû,  Nathalie Loiseau tekez kir, ji bo zalbûna bi ser metirsiyên terorê de, Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ji bo Iraqiyan didomîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Girîng e hikûmeta nû ya Iraqê xizmetguzarî û derfetên kar pêşkêş bike

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê nû yê Îranê kir

Lalish Duhok

Li Şingalê rikeberiyeke mezin: 60 namzed hene

Lalish Duhok