شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyameka sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî peyameka sersaxiyê belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Mamoste Kerîm Ehmed û hevalên wî yên li Partiya Şûî (Komonîst) ya Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyam xwe de diyar kir: “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar ê Kurd û Sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê Mamosta Kerîm Ehmed bihîst.”

Di peyamê de hat destnîşankirin: “Mamosta Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistan û Iraqê bû û kedkarane temeneke dûr û dirêj ji bo azadîxwazî û xebata dijî sîtemkariyê terxan kir û roleke wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de hebû û bîranîna wî têkoşerê mezin herdem bi xêr e.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer Mamosta Kerîm Ehmed û rêhevalên wî, li Partiya Şûî û hemû niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê xwedê jêrazî Mamosta Kerîm Ehmed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyekî.”

Îro danê sibê, Sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê Kerîm Ehmed li Hewlêrê di 100 saliya xwe de koça dawiyê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rojnameyeka erebî: PKKê bi rêya Şingalê re xwe xistiye nav hilbijatinên Iraqê

Lalish Duhok

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya Barcelona şermezar kir!

Lalish Duhok

Netewên Yekbûyî: Li seranserê cihanê 82 milyon kes ji cih û warên bûne

Lalish Duhok