شبكة لالش الاعلامية

Biden serdana Erebistana Siûdî dike

Biden serdana Erebistana Siûdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkayê ragihand, Serokê Amerîkayê Jeo Biden di vê mehê de serdana Erebistana Siûdî dike û ligel Şahzade Mihemed Bin Selman dicive.

Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, Joe Biden piştî çend demjimêr ji zêdekirina berhema petrolê ji aliyê Erebistanê ve, biryar da serdana Erebistana Siûdî bike.

Rojnameya The New York Times li ser vê mijarê eşkere kir, Joe Biden di vê mehê de dê serdana Erebistanê bike, ji bilî vê, di vê meha Hezîranê de Biden dê beşdarî Lûtkeya NATO ya li Îspanyayê û Lûtkeya G7 a li Almanyayê bibe, dibe ku vê mehê biçe Îsraîlê jî.

Herwiha hat eşkerekirin, Joe Biden ji bo destxweşiya li zêdekirina rêjeya hinardeya petrolê û ragihandina agirbestê ligel Hûsiyên Yemenê, serdana rayedarên Erebistanê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jineke Êzdî 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e

Lalish Duhok

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş: Pîştevanya hemû destpêşxer u êkrêzya Êzidyan dikin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Pêwîste rêkeftin berîya rizgarkirina Mûsilê bê kirin

Lalish Duhok