شبكة لالش الاعلامية

Muqteda Sedr ji bo destjikarberdanê ferman da parlamenterên xwe

Muqteda Sedr ji bo destjikarberdanê ferman da parlamenterên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr daxwaz ji parlamenterên fraksyona wê tevgerê kir ku nameyên xwe yên destjikarberdanê radestî Serokê Parlamentoya Iraqê bikin.

Muqteda Sedir di nameyekê de ku ji bo Serokê Fraksyona Sedr di parlamentoya Iraqê de Hesen Ezarî şandiye, ew daxwazê ji parlamenterên xwe kiriye.

Sedr spasiya endamên fraksyona xwe kiriye, li beramber karên ku di demên bihorî de kirine û herwiha spasiya hevpemanên xwe yên di Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman de jî kiriye ji ber helwêstên wan û helwêstên wan aliyan wek niştimanî bi nav kiriye.

Nîv demjimêr piştî bangewaziya Sedr, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî nameyên destjikarberdana parlamenterên Tevgera Sedir îmze kir.

Tevgera Sedr, Hevpeymaniya Serwerî ya Sunniyan û Fraksyona PDKê bi hev re hevpeymaniyeke sê alî bi navê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman pêkanîbûn.

Tevgera Sedr di vê xûla parlamentoya Iraqê de xwediyê fraksyona herî mezin e û 73 parlamenterên wê hene. Di demên derbasbûyî de Ceifer Sedr wek berbijêrê tevgerê bo posta Serokwezîriyê hatibû destnîşankirin, lê belê ji ber nakokiyên derbarê hilbijartina serokkomar de, heya niha jî parlamentoya Iraqê nekariye derbarê hilbijartina serokwezîr de bicive.

Muqteda Sedr di nameya xwe spasiya Ceifer Sedr jî dike û jê dixwaze ku berdewam be di serkeftinan de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeka Kurda 11 salî li bajarê Meyadîn yê Sûriyê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Lalish Duhok

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Lalish Duhok

Honermend Rojîn wê harîkarya rizgarbuyên Êzidî bi ke

Lalish Duhok