شبكة لالش الاعلامية

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

BasNews – Serperiştyarê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand, îro 7ê Sibata 2022an operasyoneke hevbeş li dijî teroristên DAIŞê li navçeya Sergeranê pêk anî.

Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li navçeya Sergeranê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê pêk anî.

Aşkere kir jî, hêzên mehwera 5 û mihwera 6 yên Pêşmerge û Firqeya 8 û Firqeya 14 ên artêşa Iraqê, ev operasyon pêk aniye. Herwiha hêza Komando û hêzên lîwanên 2, 10, 14, 18 yên Wezareta Pêşmerge jî beşdarî di wê operasyonê de kirine.

Serperiştyarê Mihwerê Mexmûr – Giwêr diyar kir jî, devera ku operasyon lê hatiye kirin, biqasî 300 kîlometro çargoşe ye.

Navçeya Sergaran ser bi bajarê Dubizê li parêzgeha Kerkûkê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok

3 keçên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li şêx Feysel El Cerba kir

Lalish Duhok