شبكة لالش الاعلامية

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

BasNews – Li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin.

Vê êvarê li Hewlêrê, konsulxaneya giştî ya Fransa merasimek bo pîrozkirina dused û sî û sêyemîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin ya Fransa li dar xist.

Di merasimê de Serok Barzanî û nûnerên parlemento, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê û çendîn partiyên siyasî beşdar bûn.

Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies gotarek pêşkêş kir û cejna netewî ya welatê xwe pîroz kir û got: “Bijî dostaniya Fransî û Kurdan.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di merasimê de axivî û bal kişand ser pêwendiyên navbera gelê Fransa û gelê Kurd.

Sefîn Dizeyî got: “Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye, pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê vedigere 50 heta 60 salên beriya niha.”

Roja 14 Tîrmeha sala 1789 li paytext Parîsê, neyarên rêjîma wê çaxê ya Fransa êrişî girtîgeha Bastille kirin û hevalên xwe yên ku bi fermana şahê Fransa hatibûn girtin, azad kirin. Ew çalakî bû destpêka şoreşa mezin ya Fransayê ku 10 salan kişand û di dawiya şoreşê de rêjîma welêt ji sultanî û şahtiyê vegeriya komariyê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Operasyona Mûsilê dest pê kir

Lalish Duhok

Hinartîyê taybet yê serokê Amerîka li demekî nêzîk dê Mûsil bê rizgarkirin

Lalish Duhok

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Lalish Duhok