شبكة لالش الاعلامية

NY di referanduma Kurdistanê de bê alî dibe

NY di referanduma Kurdistanê de bê alî dibe

Rûdaw

Serokê Komîsyona Hilbijartin û Referandumê li Herêma Kurdistanê Hindrên Mihemed ragihand, Netewên Yekbûyî (NY) derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bê alî bûye.

Piştî ku Başûrê Kurdistanê roja sazdana referanduma serxwebûnê diyar kir û roja 25ê Îlona îsal weke roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin, Netewên Yekbûyî amadebûna xwe nîşan dide, ku di lidarxistina hilbijartinan û referandumê de alîkariya Başûrê Kurdistanê bike.

Di wê çarçoveyê de, endamên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê ya Herêma Kurdistanê îro sêşembî 13ê Hezîranê li bajarê Hewlêrê bi şandeke nûneratiya NY li Iraqê UNAMI re civiyan.

Piştî bi dawî hatina civînê, Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê ya Herêma Kurdistanê, Hindirên Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Tîma UNAMIyê li Iraqê ofîseke taybet bi hilbijartinan heye û piştgiriya desthilatên hilbijartinê dike, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a li Kurdistanê jî beşek ji karê wê tîma UNAMIyê ye.”

Hindirên Mihemed herwiha di bersiva pirsyareke Rûdawê ya derbarê çavdêriya referanduma Başûrê Kurdistanê de jî got: “Şanda UNAMIyê gotin, ku em destwerdanê nakin û dê helwesta wan di vê bareyê de bê akîbûn be.”

Serokê komîsyonê herwiha tekez kir, UNAMI dê di aliyê rahênanê û nivîsandina rêkarên taybet bi vê proseyê de alîkariya wan bike.

Roja çarşembiya vê heftiyê 7ê Hezîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê civiyan û tê de biryar li ser roja referandumê dan.

Li gorî daxuyaniya piştî wê civînê, roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazdana referandumê hatiye diyarkirin.

Di wê civînê de, nûnerên 15 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên beşdar di parlamento û hikûmetê de beşdar bibûn, lê belê Tevgera Goranê û Komela Îslamiya Kurdistanê beşdarî di wê civînê de nekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mihemed Şiya Sûdanî: Neft bê şandin an neyê şandin, mûçeyê Herêma Kurdistanê emê bişînin

Lalish Duhok

Barzanî û Biden dicivin

Lalish Duhok

Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Lalish Duhok