شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

Hewlêr (Rûdaw) Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di tolhildana 10 Pêşmerge û sê birayên ku sala borî li gundê Xidircîce ya Mexmûr a Başûrê Kurdistanê hat şehîdkirin de 2 çekdarên DAIŞê yên ku serkirdayetiya wê êrîşê kirine hatine kuştin.

Şeva Pêncşema 2ê Berfanbara 2021an çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Xidircîce ya Mexmûrê kiribûn û di êrîşê de 10 Pêşmerge û 3 birayên bi navê Azad, Barzan û Nazim şehîd ketibûn.

Li gorî daxuyaniyeke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, wan çekdaran xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Iraqê de xwe veşartibûn lê bi hemahengiya Hevpeymanan û hêzên Iraqî cihên wan hatine diyarkirin û du ji wan çekdaran hatin kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, wan di êrîşa tolhildanê de Haçim Mihemed Reşîd Rebî El-Ishaqî û 3 çekdarên din ên ku yek ji wan serkirdeyê mifrezeyên DAIŞê Salih Mehmûd Etiye Cibûrî bû li Çiyayê Qereçoxê kuştine.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku kesekî din ê bi navê Q. Y. H. A. jî girtine ku ew li xwe mikur hatiye ku alîkariya lojîstîkî bo çekdarên DAIŞê kiriye.

Beşek ji wan şehîdan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş pîrozbahiyê li rêzdar Seydo Çeto dike

Lalish Duhok

Mercên dayîna karta vaksîna koronayê hatin destnîşan kirin

Lalish Duhok

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Lalish Duhok