شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê malbatên qurbaniyên enfalê qerebû bike

Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê malbatên qurbaniyên enfalê qerebû bike

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxa 2022an peyamek bi boneya 34emîn hemleya Enfala Badînan belav kir û tê de ragihand, “Divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya hemleya Enfala Badînanê ku qonaxa dawî ya Enfala bednav bû, rejîma Iraqê weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, tawaneke din a hovane li hember xelkê devera Badînan kir ku di encama wê hemleya ku çekê qedexekirî hat bikaranîn de bi hezaran kes hatin şehîd û wendakirin û bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne û bi sedangund wêran bûn.

Di sî û çaremîn salvegera vê tawana hovane de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên Enfalê li Badînan bi bîr tînin û em careke din dubare dikin ku divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê, ziyandîtiniyan û malbatên qurbaniyên Enfal û tawanên rejîma berê ya Iraqê bi awayekî hêja qerebû bike ku ev mafekî rewa yê gelê stemlêkirî yê Kurdistanê ye. Her wiha divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.

Di salvegera Enfala Badînanê de, silav û rêz li giyanê pak ê enfalkiriyên Badînanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Lalish Duhok

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Lalish Duhok

Macron serdana Hewlêrê dike û ligel Serok Barzanî dicive

Lalish Duhok